KURDÎ

Pîqap ket nav bendavê: 1 mirî

Li navçeya Ermeneka Karamanê, pîqabek ket nav ava bendavê, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da.

Pîqap ket nav bendavê: 1 mirî

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, pîqabekî aîdê şîrketa ceryanê li nêzê gundê Pinaronûya navçeya Ermenekê ket nav ava  bendavê.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, cenderme, AFAD û polêsên binê avê yên girêdayê Midûrtîya Ewlehî ya Mêrsînê hatin sewqkirin.

Cenazeya ku ji nav bendavê hat derxistin, ji bo otopsîyê ji morga Nexweşxaneya Dewlet a Ermenekê re hat rakirin.