Zarokên Êtîm ku di çarçoveya felîyetê de ji navenda danûstandinekî re hatin anîtin bi tevî malbatên xwe ji xwe re cil û bergan ecibandin.
Di bernameya ku ji teref rayedarên Weqfa Êtîman ve hat tertîpkirin de zarokên ku hatin dikanê; hewcedariyên pêlav, cil û kincan bi cih anî.
Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Memduh Emek di daxuyaniya xwe de weha got: "Em wek Weqfa Êtîman, di meha Remezanê de ji bo cil û bergên êtîm û sêwiyan li wan bikin derketin rê. Ji bona ku emanetên xêrxwazên me teslîmê me kirine em bidin êtîm û sêwîyan li vê derê dixebitin. Em ji hemû xûşk û birayên xwe yên ku ji vê xêrê re bûne wesîle re teşekûr dikin.”
"Alîkarîya me li gelek deverên welat dewam dike"
Emek, diyar kir ku ew wek Weqfa Êtîman her meh bi rêkûpêk alîkariyên aborî didin sêwiyan û wiha got: "Em wek rojên cejnê tevahiya salê gelek alîkariyên wek cil, erzaq, qirtasîye û bûrsê didin. Alîkariya cil û bergên ku em îro li vir didin ne tenê li Diyarbekirê, li gelek deverên welat jî dewam dike. Ev bername li hinek welatên Efrîqayê jî tê kirin."