Êrîşan Balafirgeha Leşkerî ya T4 û nuqteyên leşkerî yên li navçeya Tedmurê kirin hedef.

Nayê zanîn ku di êrîşê de kuştî û birîndar hene yan na û heta niha Sûrîyê derbarê mijarê de daxuyaniyek nedaye.

Di demên dawî de êrîşên hewayî yên dagirkeriyê yên li ser Sûrîyeyê zêde bûne.

Herî dawî balafirên cengê yên rejîma sîyonîst êrişî navçeyên pîşesazî yên Şînşar û Hisya li başûrê Humusê kirin. Herwiha lîwayên 12 û 132 li parêzgeha Deraa li başûrê Sûriyê hatin armanckirin. Di van êrîşan de 2 sivîlan canê xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn .

Êrîşên asmanî yên rejîma sîyonîst depoyên çekan û navendên leşkerî li Sûrîyê dikin armanc. Ev êrîş weke beşek ji hewldanên dagirkeran ên ji bo lawazkirina hebûna leşkerî li Sûriyê tê dîtin .

Weqfa Êtîman berîya eydê ji bi sedan zarokan re cil û bergan diyarî kir Weqfa Êtîman berîya eydê ji bi sedan zarokan re cil û bergan diyarî kir

Êrîşên esmanî yên rejîma sîyonîst ser Sûrîyê dibin sedema qurbaniyên sivîl li navçê.

Kaynak: İLKHA