Weqfa Evîndarên Pêxember salnameya Mewlûd-î Nebî ya îsal ku her sal bi sed hezaran evîndarên Pêxember beşdar dibin eşkere kir.
Weqf di çalakiyên Mewlûd-î Nebî yên îsal de dê li ser mijara "Rêberê Berxwedanê Hz. Muhammed (selat û selam li ser wî be)” bicive.
Di bûyeran de wê li ser îradeya Pêxemberê me ya di warê parastina Misilmanan de û micadeleya li hember zilmê balan bên kişandin. Her wiha wê di çalakiyan de li ser serkeftinên pîroz û mînakên berxwedanê yên di dîroka Îslamê de bên sekinandin.
Weqfa Evîndarên Pêxember diyar kir ku armanca van bûyerên pîroz ew e ku peyama ku rêya Pêxemberê me tenê rêya rizgarîyê ye ji girseyê re ragihînin, Weqfa Evîndarên Pêxember ji niha ve gelan vexwendibû çalakiyan.
Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Molla Beşîr Şîmşek der barê çalakiyên ku dê bên tertîpkirin de daxuyanî da û diyar kir ku ji bo fehmkirina pêxemberê me ew ê li nuqteyên cuda yên welat bernameyan tertîp bikin.
"Meydan dê bi evîna Muhammedî tijî bibin"
Şîmşek weha got: "Meydan wê bi evîna Muhammediyê tijî bibe, evîndar bi selewat û tekbîrên xwe erd û esman bihejînin." Şîmşek dûre weha got, “Ew ê evîndarîya Muhammedî bajar bajar, kolan kolan û ji rojhilat heta rojava bigere. Kolan û cedde bi navê wî yê bimbarek bêne xemilandin. Yên ku ji demsalekî menewî re hesret mane, bi sedhezarên ku wî yad dikin re manîdar bibin. Ji Xwedayê me re ku ew ê me û gelê me bi hezkirina Pêxember re bighêjîne bi hezaran hemd û sena be.”
“Bi sed hezaran wê rêberê berxwedanê nas bikin”
Şîmşek, diyar kir ku wek Weqfa Evîndarên Pêxember wan bi gotina Bismillah dest bi mewlûd-î Nebî kirine û weha got:
"Îsal temaya me wê bibe 'Rêberê Berxwedanê Hz. Muhammed (sav)’ Temaya me berxwedan e. Berxwedan mizgîniya zeferên bi bereket û pîrozên nêzik e. Encax bersiva şerekî bênavber ku li ser erdnîgariya Misilmanan hatiye ferzkirin, ku wijdan û edaletê xistiye aliyekê, berxwedaneke pîroz e. Van êrîşên dawîn ên ku ji gelek qirkirinên di dîrokê de re dibêje hûn bi merhamet bûn, rûyê zalimê bêmerhamet û rûyê wan ên qirêj in. Meseleya parastina Misilmanan ê Hezretî Muhammed û biryarîya micadeleya wî ya li hember zaliman; ji bo her Misilmanekî ku xwedî îzzet û şeref in distûrekî esas e. Mînakbûna vê berxwedanê; di îzzeta Bedr, îmtîhana Uhud û sebata li hember Artêşên Ehzabê de veşartîye.”
"Rêya wî rêya berxwedan û serhildana li dijî zilmê bû"
Şîmşek bal kişand ser wê yekê ku divê her kes mesbûre ku teslîmî Rêbertiya berxwedanê bibe û weha got: "Çîmkî rêya wî rêya berxwedan û serhildana li hember zilmê bû. Rêya tesîskirina edalet û heqîyê bû. Rêya tenê ku mafê edalet û azadîya mezlum û bindestan bide wan rêya Pêxember e. Encax rêbertîya Hezretî Muhammed ji cîhanê re edalet û aşîtîyê wê bîne, bi îzna Xwedê emê jî wek Weqfa vîndarên Pêxember bi van bernameyan pêşkêşî bikin ku rêya ku tenê me bibe xesalîyê rêya Hezretî Muhammed e.”
Teqwîma bûyerê
Şîmşek, diyar kir ku wan hemû kes dawetî bernameyên ku wê li dar bixin dike û weha got: "Em ê di 6ê Nîsanê roja Yekşemê de li Cizîra Şirnexê çalakiya xwe li dar bixin. 13ê Nîsanê roja Yekşemê li Êlih û Entabê, 20ê Nîsanê roja yekşemê li Dîyarbekirê û 27ê Nîsanê roja Yekşemê jî li Wanê, Edeneyê û Stenbolê bernameyên li dar bixin. Em hemû Evîndarên Pêxember, hemû xûşk û birayên xwe yên ku bi sunneta wî re girêdayî ne, gelê xwe bi pîrek, zilam, zarok, îxtîyartî dawetî meydanan dikin.”