Di çarçoveya tehqîqata ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dabû destpêkirin de 41 kesên ku di xwepêşandanên li Saraçhaneya Stenbolê de heqaret li Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û malbata wî kiribûn hatin binçavkirin.

Piştî xwepêşandanên ku ji bo protestokirina tehqîqata bêrêtî û terorê yên li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatin lidarxistin, hat dîtin ku şikdaran heqaret li Serokkomar Erdogan û malbata wî kirine.

Serdozgeriyê ji bo şikbaran bi îddîayên "Heqaret li Serokkomar kirine", "Îxlalkirina Qanûna Civîn û Xwepêşandanan" û "Li hember memûrê wezîfedar" biryara binçavkirinê da.

41 şikdarên ku di operasyona ekîbên Midûriyeta Ewlehîyê ya Stenbolê da hatin girtin, piştî karên li midûriyeta ewlehîyê sewqî meqamên edlî hatin kirin.

Ji qetlîamên îşxalkeran a li dijî sîvîlan re ji Tûgayên Qessam ve bersiv: Esqelan bi fuzeyan hat hedefgirtin Ji qetlîamên îşxalkeran a li dijî sîvîlan re ji Tûgayên Qessam ve bersiv: Esqelan bi fuzeyan hat hedefgirtin

Kaynak: İLKHA