KURDÎ

Di êrîşên dawîn ên îşxalkerên sîyonîstan de hejmarê şehîdan derket 591an

Di êrîşên nav 72 seatên dawîn ên rejima îşxalker de, hejmarê şehîdan derket 591 kesan, hejmarê birîndarên ku ji nexweşxaneyan re hatine rakirin jî hezar û 42 tê zanîn.

Di êrîşên dawîn ên îşxalkerên sîyonîstan de hejmarê şehîdan derket 591an

Rayedarên tenduristîyê ya li Xezzeyê, destnîşan kirin ku di êrîşên dawîn ên rejima îşxalker de 85 kes şehîd bûn, hêna jî gelek kes di bin kavilan de ne û ji bo derxistina wan xebat têne kirin.

Ofîsa Medyayê ya ku navenda wî li Xezzeyê ye, diyar kir ku Emrîka ji hemû qetlîaman mesule, “Ev êrîşdarî nikare çok li gelê Filistînê bide danîn û biryarîya me jî nikare xera bike.”

Ofîsa Medyay ji civaka navneteweyî re jî bang kir ku bila ji bona ku ji nû ve derîyên sînor bêne vekirin û ji herêmê re alîkarîyên însanî û tibbî bêne şandin zextê li ser rejima sîyonîst deynin.

Artêşa îşxalê di nav 72 seatên dawîn de ji gelek herêmên Xezzeyê re êrîşên asîmanî pêk anîtin.