Serokê Emrîkayê yê îşxalker Donald Trump careke din daxuyaniyên skandal û hovane da.

Trump di peyama xwe ya li ser platforma xwe ya Truth Sosyal de bang li HAMASê kir ku demildest hemû êsîran berde û got, "Eger hûn gotina min nekin, yek endamê HAMASê jî sax namîne."

Trump di daxuyanîya xwe de weha got:

Ji ber donera mirîşkan 648 kes bi jehrê ketin Ji ber donera mirîşkan 648 kes bi jehrê ketin

"Şalom Hamas tê maneya silav an xatirxwestinê. Hilbijartina we ye. Hemû rehîneyan niha berdin, ne paşê, an jî her tişt ji bo we qediya. Ez ji îsraîlê re her tiştê ku hewce dike ji bo qedandina kar dişînim."

Ger hûn gotina min nekin, yek endamê HAMASê jî sax nabe. Ev hişyarîya weya dawî ye. Dem hatîye ku rêveberî ji Xezzeyê derkeve. Hêna jî şansê we heye…

Li aliyê din pêşerojeke geş li benda gelê Xezzeyê ye, lê ne bi qasî ku hûn girtiyan biparêzin. Hilbijartinek biaqil bikin. Niha girtiyan berdin an jî paşê berdêla giran bidin."

Daxuyaniyên hovane yên Trump piştî ku plana Xezzeyê roja Sêşemê di Lûtkeya Yekitiya Ereban a li Qahîreyê de hat qebûlkirin û ji aliyê Hamasê ve hat pêşwazîkirin hat dayîn.

Welatên Komkara Erebî plana nûavakirina Xezzeyê ya ji teref Misrê ve bi 53 milyar dolarî hatibû plankirin erêkir. Armanca planê ew e ku heta sala 2030yan Xezzeyê veguherîne herêmek domdar û nûjen.

Kaynak: İLKHA