Bûyer, li Taxa Bahçelîevlera Serê Kanîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 4 karkerên ku xebata qenalîzasyonê dikirin, ji ber herikîna axê di bin axê de man.

Mirovên derdorê, ji bona ku karkeran xelas bikin dest bi kar kirin û ji cîhê bûyerê re ekîbên AFAD û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Walîyê Rihayê Hasan Şildak, derheqê bûyerê de ji qenalekî televîzyonê re agahî da.

Walî îfade kir ku 4 karker li alîyê TOKÎyê di dema xebata binesazîya înşeatê de di bin axê de man.

Hat destnîşankirin ku Engîn Çelîk, Halîl Kartal û Abdulqadîr Altinsoz ji bin axê hatin derxistin û ji Nexweşxaneya Dewlet a Serê Kanîyê re hatin rakirin, lê ew digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Di êrîşên li Sûrîyeyê de 9 sîvîl canê xwe ji dest dan Di êrîşên li Sûrîyeyê de 9 sîvîl canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku karkerê dinê hêj di nexweşxaneyê de ye û tedawîya wî berdewam dike.

Kaynak: İLKHA