Berdevkê Teşkîlata Parastina Sîvîl a Xezzeyê Mahmud Basal, jii Navenda Enformasyona Filistînê re daxuyanîyeke kurt da, di daxuyanîyê de destnîşan kir ku di îşxalê de Dibistana Darul Erkamê hatîye hedefgirtin, di encama cê hedefgirtinê de jî bi dehan Filistînî şehîd û birîndar bûn.

Ekîbên parastina sîvîl ên li Xezzeyên, di êrîşa hêzên îşxalê de 29 kesan bi mirîkî di bin kavilan de derxistin û ji 100î zêdetir birîndaran jî xelas kirin.

Xeyn ji vê agahîyê Ofîsa Medyaya Hikûmeta Xezze, rast kir ku di êrîşa li dijî Dibistana Darul Erkamê de 29 kes şehîd bûne û ji 100î  zêdetir mirov jî birîndar bûne. Ofîs, bal kişand ku ev êrîşa ku hatîye kirin, parçeyeke êrîşên ku li dijî sîvîlan tê kirin e.

Çavkanîyên herêmî destnîşan kirin ku hêzên îşxalê, Dibistana Darul Erkama ku gelek însanên ku ji cîhê xwe bûbûn di nav de diman bi sê fuzeyên herbê yên giran hedef girti û hejmarê şehîdan jî 31an derbas kir.

Çavkanîyên herêmî îfade kirin ku şehîd û birîndar ji Nexweşxaneya Baptîst a li Xezzeyê re hatin sewqkirin, encax ji ber ku nexweşxane ji ber êrîşên berê gelek qelebalix bûye û pirsgirêka amûrên tibbî tê jiyandin.

Îranê ji êrîşên rejima îşxalker a li Sûrîyeyê re bertek nîşan da Îranê ji êrîşên rejima îşxalker a li Sûrîyeyê re bertek nîşan da

Kaynak: İLKHA