HUDA PAR di nirxandina rojeva xwe de bal kişand ser perwerdeya mecbûrî û geşedanên li Sûriyeyê
"Sûrîye ne di wê rewşê de ye ku bi tena serê xwe li dijî tehdîdên îşxalkeran şer bike"
Di nirxandina ku behsa daxuyaniya dawî ya Konferansa Diyaloga Neteweyî ya li Sûriyeyê hat kirin de weha hat gotin: “Netanyahûyê bi navê serokwezîrê rejîma terorê ku dixwaze geşedanên li Sûriyeyê veguherîne firsendekê; Wî got, ‘Em rê nadin hêzên rejîma nû derbasî herêma başûrê Şamê bibin.’ Sûrîye ku ji şerê navxweyî yê 14 salan derketîye, aboriya wê gelek zirar dîtiye û kapasîteya wê ya leşkerî ji teref îşxalkeran ve hatîye rûxandin, Sûrîye ne di wê rewşê de ye ku bi tena serê xwe li dijî tehdîdên îşxalkeran şer bike. Ji bo ku Sûrîye di warê siyasî û aborî de vegere, divê metirsiyên ewlehiyê ji holê bên rakirin.”
“Piştgiriya leşkerî ji rêveberiya Sûriyeyê re bê dayîn, dagirkeriya rejîma terorê bê rawestandin”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê li dijî rejîma terorê desteka leşkerî ji rêveberiya Sûriyeyê re bê dayîn û weha hat gotin: "Divê welatên herêmê bi taybetî Tirkiye li hemberî tehdîdên îşxalkeran ên rejîma terorê ya ku dixwaze ji pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê sûdê werbigire, piştgiriya leşkerî bidin rêveberiya Sûrîyeyê û êrîşên rejîma terorê bên rawestandin. Divê rêveberiya Sûriyeyê pêvajoya siyasî ya nû ya ku hemû beşên civakê, ji kîjan etnîsîte û mezhebî tê de cih digirin, bi lez û bez bike û li dijî planên emperyalîstan bi yekîtiyê tevbigere da ku di zûtirîn dem de îstiqrar pêk were. Armanc divê temamkirina avakirina siyasî û aborî, bilindkirina asta refaha gel û misogerkirina avakirina dewleteke bihêz a Sûriyê be ku dê beşdarî pêşketina herêmê bibe.”