KURDÎ

“Tifaqa Însanîyetê” li Stenbolê kom bû

Bi hezaran mirovên ku ji bo qirkirina rejima sîyonîst a îşxalker ê li Xezzeyê bibêje “Bisekine” li Pira Galatayê hatin cem hev.

Stenbol, ji bo meşa “Doh Ayasofya, Îro Emevî, Sibe Eqsa” di serê sibeha ewil a sala nû de ji hevdîtinekî bimane re malvanîyê kir.

Welatîyan, piştî nimêja serê sibehê ku di camîyên Ayasofyayî Kebîr, Sultanahmet, Fatîh, Suleymanîye û Emînonuyê de kirin li Pira Galatayê hatin cem hev.

Welatîyên ku di destê wan de alên Filistînê hebûn, bi tevî qaxiz û pankartên ku li ser “Quds Ya Me Ye”, “Xezzeya ku zarok mezin nabin” û “Quds Di Bin Îşxalê de Ye” dihatin nivîsandin  meşîyan.

Mirovên ku beşdarî bernameyê bûn tim û tim siloganên “îsraîla Qatil Ew ê Hesabê Bide”, Şehîd Namirin”, “Ji Stenbolê Heta Eqsayê Ji Berxwedanê re Hezar Silav”

Di hevdîtina ku bi beşdarbûna nêzê 400 sazîyên sîvîl hat tertîpkirin de ji qirkirina rejima sîyonîst a li Xezzeyê re “Bisekine” tê gotin.

Ji ber mîtînga ku li ser pira Galatayê ji qetlîama li Filistînê re tê gotin “Bisekine” li bajêr hinek rê ji çûnûhatinê re hatin girtin.