Di daxuyaniya ku ji teref Şaredariya Mîsratayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku balafira alîkariyê ji Balafirgeha Mîsratayê rabûye û heyeteke ku ji endamên Heyva Sor a Lîbyayê û Şaredariya Mîsratayê pêk tê di balafirê de bû.

Qabîne îro dicive: Rojev aborî ye Qabîne îro dicive: Rojev aborî ye

Balafira alîkariyê û heyeta Lîbyayê li Balafirgeha Şamê ji aliyê rayedarên Heyva Sor a Sûriyê û nûnerên Balyozxaneya Lîbyayê ya li Şamê ve hatin pêşwazîkirin.

Li gor daxuyaniya televizyona dewletê ya Sûriyeyê, di balafira alîkariya însanî ya ku ji Lîbyayê tê da 34 ton erzaq û pêdiviyên tenduristiyê hene. Hate tekezkirin ku ev alîkarî ji bo peydakirina pêdiviyên gelê Sûriyê destekeke girîng e.

Kaynak: İLKHA