Di daxuyaniya ku ji teref Şaredariya Mîsratayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku balafira alîkariyê ji Balafirgeha Mîsratayê rabûye û heyeteke ku ji endamên Heyva Sor a Lîbyayê û Şaredariya Mîsratayê pêk tê di balafirê de bû.
Balafira alîkariyê û heyeta Lîbyayê li Balafirgeha Şamê ji aliyê rayedarên Heyva Sor a Sûriyê û nûnerên Balyozxaneya Lîbyayê ya li Şamê ve hatin pêşwazîkirin.
Li gor daxuyaniya televizyona dewletê ya Sûriyeyê, di balafira alîkariya însanî ya ku ji Lîbyayê tê da 34 ton erzaq û pêdiviyên tenduristiyê hene. Hate tekezkirin ku ev alîkarî ji bo peydakirina pêdiviyên gelê Sûriyê destekeke girîng e
Kaynak: İLKHA