Artêşa îşxalker di 39emîna roja egirbestê de êrîşî Sûr û Nebatiyeya başura Lubnanê kir.
Tanqên ku aidî artêşa îşxalê ne, cihekî ku nêzîkî kompleksekî sporê ya lu herêma Dubîyeya bajaroka Meys el-Cebelê dimîne hedef girtin.
Artêşa îşxalker gelek xaniyên ku li herêma ku di navbeyna bajarokên Taybe û Rabbuyê de ne, teqand.
Tanq û buldozerên ku aidî artêşa îşxalê ne, li Meheleya Marûnê ku li Bint Cibeyl û bajaroka Marûn er-Rasê dimîne guleyan li malekî barandin.
Artêşa îşxalker gelek xaniyên ku li herêma di navbeyna bajarokên Alma eş-Şaab û Tayr Harfayê de ne, teqand.
Li gorî daneyên Wezareta Sihetê ya Lubnanê, ji êrîşên rejîma îşxalker a ku di 8ê Cotmeha sala 2023an vir ve tevî 1106 zarok û pîrek, 222 xebatkarên sihetê herî kêm 4 hezar kes jiyan xwe ji dest dan, zêdeyî 16 hezar kes jî birîndar bûn.