Di daxuyanîya ku ji teref Tûgayên Qessam ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku ew bi Serîyyeyên Qudsê re li Beyt Lahîyeya bakurê Xezzeyê operasyonekî hevpar li dar xistin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di mesafeya sifirê de bi tevî çek û bombeyên destan bi hêzên pîyadeyên sîyonîst ku 10 kes bûn re ketin pevçûnê, di encamê de wan îşxalkeran kuştin û birîndarkirin.
Qessam diyar kir ku di dema pevçûnê de leşkerekî îşxalker revîyaye û micahîdan dane pey wî û wî jî kuştine.
Tûgayên Qessam, digel derbasbûna 457 rojan li ser herba qirkirinê operasyonên xwe berdewam dike û ev jî balan dikşîne.
Kaynak: İLKHA