Li Emrîkayê berf, cemed, barana tund û bayên dijwar tesîrdar dibin.

Di êrîşa çekdarî ya li zanîngeha Bexdayê de 6 kes birîndar bûn Di êrîşa çekdarî ya li zanîngeha Bexdayê de 6 kes birîndar bûn

Li gorî Îdareya Atmosfer û Okyanûsa Netewî ya Emrîkayê, li welat, tê texmînkirin ku li gorî 10 salên dawîn berfa herî dijwar bibare.

Ji ber texmîna bayê li 30 wîlayetan rewşa elarmê hatîye dayîn, ji gel re hişyarî tê dayîn ku bila li malên xwe dernekevin derve.

Li wîlayetên Kentucky, Virginia, Kansas, Arkansas û Missouriyê rewşa awarte hat îlankirin, hat destnîşankirin ku rewşa giran a zivistanê li giştîyê welat dibe ku 62 milyon însanan tesîrdar bike.

Li giştîyê welat nêzê 1500 seferên balafirê hatin betalkirin, 2 hezar sefer hatin taloqkirin, hinek seferên trênan jî hatin betalkirin.

Kaynak: İLKHA