Rejima sîyonîst a îşxalker, êrîşên li dijî Xezzeyê didomîne.

Rejima qatil, li dijî Refaha Xezzeyê bi ÎHAyan 3 Filistînîyan şehîd kir.

Di êrîşa ku li Xan Yûnisa Xezzeyê hat lidarxistin de 4, di êrîşekî dinê ku ew jî li Xan Yûnisê hat lidarxistin de 2 Filisîtînî hatin qetilkirin.

Hat îfadekirin li Nuseyratê mala Ebû Cerbûye hat bomberdmankirin û di encamê de 2 kes şehîd bûn, di êrîşa ku li dijî Taxa Şûcaîyeyê hat lidarxistin de jî Filistînîyekî şehîd bû.

Di êrîşan de gelek kes jî birîndar bûn.

Li Wanê barîna berfê tesîrdar bû: 493 rê hatin girtin Li Wanê barîna berfê tesîrdar bû: 493 rê hatin girtin

Wezareta Tenduristî ya Filistînê ya li Xezzeyê, daxuyand ku di êrîşên rejima îşxalker de heta niha nêzê 17 hezar û 818 jê zarok, 12 hezar û 287 jê pîrek tev de 45 hezar û 805 kes şehîd bûn.

Hejmarê birîndaran jî derket 109 hezar û 64an

Kaynak: İLKHA