Qabîne îro dicive: Rojev aborî ye Qabîne îro dicive: Rojev aborî ye

Serokatîya karên Dîn û Weqfên Filistînê, daxuyand ku artêşa îşxalê di sala 2024an de li Xezzeyê 815 camîyan bi temamî, 151 camîyan jî bi qismî xera kir.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li Xezzeyê 19 goristan û 3 dêr bi temamî hatin xerakirin.

Hat îfadekirin ku leşkerên sîyonîst di sala 2024an de li dijî Mescîdî Eqsaya ku li Qudsê ye 256 caran êrîş li dar xistîye.

Di Camîya Haremî Îbrahîmê de jî ku li bajara El Xelîlê ye herî kêm 674 caran banga azanê hatîye astengkirin, 10 car jî camî hat girtin.

Leşkerên sîyonîstan di sala 2024an de li herêmên cuda yên Şerîaya Rojavayê êrîşî 20 camîyan kir. 

Kaynak: İLKHA