Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan Hejmara şehîdên li Xezzeyê derket 44 hezar û 211yan

Li Entalyayê pîreka Ukraynayî ya ku ji Qurana Pîroz tesîrdar bûbû bû Misilman.

Prytulenkoya welatîya Ukraynayî ya ku destnîşan kir ew ê bibe Misilman û ji ber vê yekê miraceatê miftîtîyê kir, ji bona wê “Merasîma Îhtîdayê” hat tertîpkirin.

Di merasîma ku bi Qûrana Pîroz hat destpêkirin de, Wekîlê Miftîyê Bajêr Ramazan Ozgûn Turkmen, derheqê dînê Îslamê de agahîyan da. Dûre jî Tetıana Prytulenko, li ber şahidan Kelîma Şehadetê anît û bû Misilman, ji wê re jî navê “Sultan”ê dan.

Piştî duaya ku hat kirin Wekîlê Miftîyê Bajêr Ramazan Ozgûn Turkmen, Sultana ku bû Misilman pîroz kir.

Di dawîya merasîmê de ji wê re “Belgeya Îhtîdayê” hat dayîn û bi tevî Qûrana pîroz çend kitêbên dînî jî dîyarîyê wê hatin kirin. (ÎLKHA)
https://ilkha.com/kurdi/rojev/pîreka-ukraynayî-ya-ku-ji-quranê-tesîrdar-bûbû-ket-dînê-îslamê-429557 

Kaynak: İLKHA