Piştî nîvro, Hizbullah bi 10 mûşekan navenda Filistîna îşxalbûyî bi taybet bajarê “Tel Avîvê” û derdora wê hedef girt.

Medya Îbranî dîmenên mûşekên ku rasterast li ser niştecihên "Ramat Gan" ketine û herwiha avahiyên li bajar û bajarokê "Petah Tikva" li rojhilatê Tel Avîvê parve kirine.

Platformên niştecihên sîyonîst ragihandin ku di encama êrîşê de 6 kes birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku Hizbullahê di daxuyaniya xwe ya fermî de operasyona bomberdûmanê ragihandiye û destnîşan kiriye ku baregeha "Glilot" (Bergeha Îstixbarata Leşkerî ya 8200) kiriye hedef. Hat diyarkirin ku di êrîşa mûşekan de xisareke mezin çêbûye.

Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin Li Wanê 20 kîlo zêr hat bidestxistin

Hizbullahê di daxuyaniya xwe de, ji bilî baregeha "Aşdod" ku 15 kîlometreyan dûrî Lubnan-Filistînê ye, sibeha îro yekşemê, "Tel Avîv" jî bi mûşekan hedef girt.

Kaynak: İLKHA