Bûyer, doh danê nîvro li zanîngeha El Esraa ya li Taxa Kerrada ya Bexdayê pêk hat.
Li gorî medyaya welat, xwendekarekî ku li zanîngehê dixwîne, ketiye kampusê û bi çekê dest bi teqekirinê kiriye. Hat diyarkirin ku di êrîşê de 4 xwendekar, mamostayê zanîngehê û xebatkarên ewlehîyê birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku êrîşkar xwestîye ji cihê bûyerê bireve, lê hêzên ewlehîyê wî girtine û çeka wî desteser kirine.
Hêzên ewlekarîya Iraqê derbarê bûyerê de tehqîqat dan destpêkirin.
Kaynak: İLKHA