Di şerê li Keşmîrê de 5 berxwedêr şehîd bûn Di şerê li Keşmîrê de 5 berxwedêr şehîd bûn

Ekîbên Karwana Hêvîyê ku li bajarên cuda yên Sûrîyeyê ev bû çend roj e xebatên xwe didomînin, piştî li Îdlîb û Hamayê vê carê jî li Humusê xebatên xwe bikaranîtin.

Di çarçoveya xebatên alîkarîyê yên ku bi Ewrûpa Yetîm Elî, ÎHO Ebrar û Weqfa Êtîman re li dar dixin de li Humusê zexîre, nan û sotemenîyê belav kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Karwanê Hêvîyê Erdal Elîbuyuk derheqê xebatan de agahîyan da û weha got, “Em li Humusa ku yek ji bajarên herî mezin ya Sûrîyeyê ne. Em li vê derê belavkirina alîkarîyên nan, xwarin û sotemenîyê tertîp dikin. Em wek Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê, Ewrûpa Yetîm Elî, ÎHO Ebrar û Weqfa Êtîman di sehayekî hevpar de ne. Ev bajêr, ji destpêka herbê heta niha ji bajarên ku herî mezin mirin û qetlîaman pêk hatine yek e. Li vê derê lazimatî ji sotemenî, xwarin û vexwarinê re heye. Çawa ku me berê kiribû em ê dîsa xebatên xwe yên alkarîyê bidomînin. Mesulîyetekî dinê jî ketîye ser milê xêrxwaz û bexişvanên me.”

Kaynak: İLKHA