Di daxuyanîya ku li ser Telegramê hat parvekirin de Ebû Ubeyde weha got:
“Em êrîşa fuzeyî ya ji teref Birayên me yên Ensarullahê Yemenê ve li qelbê sîyonîstan hatîye kirin pîroz dikin, Sekina wan a saxlem ku li cem Xezzeyê disekinin teqdîr dikin û bang dikin ku hetanî îşxal, herba qirkirinê bide sekinandin operasyonên xwe zêde bikin.
Xeyn ji vêya, em êrîşên terorî ya sîyonîstan ku li dijî Yemenê li dar dixin jî bi tundî şermezar dikin. Van êrîşan, bêguman nîşan dide ku ew dijminê hemû ummetê ne û divê hemû alîyên ummetê li hember vê sûcê bisekinin û mecbur dike ku berxwedana Filistîna ku xeta parastina ewil a ummetê ye piştgirî bikin.”
Ensarullahê Yemenê, ji herêma Yafaya (Teş Avîv) îşxalkirî re bi fuzeyên “Filistîn 2”yan operasyonan li dar xisitn.
Berîya vê daxuyanîyê di seatên êvarê de jî tesîsên sîvîl û xizmetê yên li Yemenê hatibûn bombekirin, di êrîşan de herî kêm 9 kes şehîd bûbûn.