Serokatîya Daîreya Pêşîlêgirtina Afetê ya Taylandê (DDPM) ragihand ku ji ber lehîya ku dewam dike li 11 bajarên başûrê welat 762 hezar mal mexdûr bûne û hejmara mirîyan derket 37an.
Hat diyarkirin ku li wîlayetên Chumphon, Ranong, Surat Thani, Nakhon Si Thammarat, Phatthalung, Trang, Satun, Songkhla, Pattani, Yala û Narathiwatê gelek navend, bajarok û gund di bin avê de man.
Kesên ku malên wan bi temamî di bin avê de mabûn, ji bo navendên lezgîn ên li herêmên ewle hatine avakirin hatin veguhestin.
Li herêmên ku asta avê digihêje asta talûkeyê, xebatên alîkarî û valakirinê bi bot û helîkopteran tên kirin.
Kaynak: İLKHA