Ebû Zuhrî, di daxuyanîya xwe ya ku da de, derheqê tehdîdên Trumpê ku ji bo serbestberdana êsîran ji HAMASê re ultîmatomê dabû de axivî.
Zuhrî destnîşan kir ku tehdîd û gotinên Trumpê bêqîmet in û got, “Divê tehdîdên her cure, ji wan kesên ku li gorî peymanê tevnagerin re bê kirin, ji yên ku girêdayê peymanê re ne neyê kirin.”
Ebû Zuhrî dûre bal kişand ku HAMAS bi peymanê re girêdayî ye û ew ê vê rêya xwe jî bi biryarî bidomîne. Zimanê tehdîdê wan natirsîne lê ew ê tenê pêvajoyê tevlîhev bike.
Samî Ebû Zuhrî diyar kir ku tu êsîrek wê bê peyman neyê serbestberdan.
Kaynak: İLKHA