KURDÎ

Xwendekarê dibistana pêşîn mînakek xweş nîşan da

Muhammed Aytaç Gumuş ku li Dîyarbekirê dijî, xercaneya di qumbereya xwe de û pereyên ku li dibistanê ji hevalên xwe kom kiribû ji bona ku ji hevalên xwe yên li Xezzeyê re bê belavkirin teslîmî Karwana Hêvîyê kir.

Zarokên Dîyarbekirî ku ji roja ewil a Tofana Eqsayê heta niha alîkarîyên xwe teqsîr nekirin, piştî agirbesta ku hati îlankirin dîsa xûşk û birayên xwe bîrva nekirin.

Muhammed Aytaç Gumuş ku li Dîyarbekirê dijî, ji xercaneya xwe ya ku di qumbereyê de kom kiribû re pereyên ku ji hevalên xwe yên dibistanê kom kiribû kir serê û ji bona ku ji Misilmanên Xezzeyê re bê gihaştin teslîmê rayedarên Karwana Hêvîyê kir.

Gumuşê xwendekarê dibistana pêşîn, bi tevî pereyê xwe û pereyên ku kom kiribû Şûbeya Dîyarbekirê ya Karwana Hêvîyê zîyaret kir. Di zîyaretê de pereyan teslîmî Serokê Dîyarbekirê yê Karwana Hêvîyê Emîn Akyuz kir û bi wî hereketa xwe ya mînak gelek teqdîran stand.