Qeza, li ser rêya D-300 a Taxa Haciyusuflarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 44 EM 449 ya ku di bin îdareya M.M. (46) de bû û li alîyê Meletîyê diçû, ji paşve li tira bi plaqeya 23 FT 426 ya ku di bin îdareya O.F.R. (28) de bû qelibî.

Di encama qezayêd e şofêrê wesayîtê M.M., bavê wî E.M. (69) û dîya wî S.M. (66) giran birîndar bûn.

Li ser xeberdyaînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve ji nav wesayîtê hatin derxistin û bi ambûlansan ji Navenda Tip a Turgut re hatin rakirin.

Hat îfadekirin ku birîndar M.M., E.M. û S.E. digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest dan.

Cenazeyên wefatîyan ji bona ku otopsî bên kirin ji morga Sazîya Tip a Edkî ya Meletîyê re hatin rakirin.

Li Qonyayê di mezinahîya 4,2yan de erdhej çêbû Li Qonyayê di mezinahîya 4,2yan de erdhej çêbû

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

Kaynak: İLKHA