Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê rapora hefteyekê ya pêşbîniya hewayê ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê eşkere kir. Li gorî raporê, pêleke hewaya sar û baran a ku ji Balkanan tê, ji 18ê Adarê roja sêşemê pê ve wê tesîrê li tevahiya welat bike.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê roja sêşemê li herêmên bakur rojava û ji roja çarşemê jî li seranserê welat 10 heta 15 pile dakeve. Serma wê heta 24ê Adarê roja duşemê bidome û germahî di bin normên demsalî de be.
Tê texmînkirin ku li herêmên rojava baran û berf bibare, li herêmên hindir û rojhilat jî şilope û berf bibare. Tê texmînkirin ku germahiya hewayê bi taybetî li Enqere, Bolu û Erziromê dakeve 4 pile, li Qonyayê 3 pile, li Stenbol 2 pile, li Îzmîr, Samsûn, Trabzon û Diyarbekirê 3 pile û li Antalyayê jî 6 pile be.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê diyar kir ku ji ber daketina germê ya ji nişka ve li qadên hilberîna çandiniyê metirsiya cemedê heye û hişyarî da cotkaran ku tedbîran bigirin.