Zarokên Dîyarbekirî ku ji roja ewil a Tofana Eqsayê heta niha alîkarîyên xwe teqsîr nekirin, piştî agirbesta ku hati îlankirin dîsa xûşk û birayên xwe bîrva nekirin.

Yapicioglu: Tesîskirina biratîyê ya di nav ummetê de encax bi Îslamê mimkin e Yapicioglu: Tesîskirina biratîyê ya di nav ummetê de encax bi Îslamê mimkin e

Muhammed Aytaç Gumuş ku li Dîyarbekirê dijî, ji xercaneya xwe ya ku di qumbereyê de kom kiribû re pereyên ku ji hevalên xwe yên dibistanê kom kiribû kir serê û ji bona ku ji Misilmanên Xezzeyê re bê gihaştin teslîmê rayedarên Karwana Hêvîyê kir.

Gumuşê xwendekarê dibistana pêşîn, bi tevî pereyê xwe û pereyên ku kom kiribû Şûbeya Dîyarbekirê ya Karwana Hêvîyê zîyaret kir. Di zîyaretê de pereyan teslîmî Serokê Dîyarbekirê yê Karwana Hêvîyê Emîn Akyuz kir û bi wî hereketa xwe ya mînak gelek teqdîran stand.

Kaynak: İLKHA