KURDÎ

Wesayîta leşkerî ku tekela wî teqîya qeza kir: 7 birîndar

Li ser rêya Wêranşar-Rihayê wesayîtekî bizirx a leşkerîyê ji ber ku tekera wî teqîya qeza kir, di encamê de 7 leşker birîndar bûn.

Qeza, li nêzê Qereqola Dagyani ya ser rêya Wêranşarê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tekera wesayîtekî bizirx ê leşkerî ku  navê şofêrê wî nehat hînbûn teqîya. Dûre wesayît ji bin kontrolê derket û qeza kir.

Piştî qezayê ji cîhê bûyerê re ekîbên UMKE, tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku 7 leşkerên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.