KURDÎ

Urdunê ji bo Sûrîyeyê banga acîlî kir

Urdun, piştî ketina rejima Beşşar Esad ê li Sûrîyeyê ji bo ewlehîya welat û welatîyên xwe û tesîskirina îstîqrarê banga xebata lezgîn kir.

Urdunê ji bo Sûrîyeyê banga acîlî kir

Qralê Urdunê Abdullahê 2yemîn, di daxuyanîya ku di civîna Konseya Ewlehîya Netewî ya Urdunê de da de weha got, “Urdun, li cem xûşk û birayên xwe yên Sûrîyeyî disekine û ji îrade û tercîhên wan re rûmetê dibîne. Ji bo parastina ewlehîya qezencên gel û welatîyên Sûrîyeyê, çêkirina îstîqrarê û pêşgirtina pevçûnên ku dibe ku derkeve hewceye ku xebateke bi lez bê destpêkirin.”