Berdevkê Ensarullahê Yahya Serî, di daxuyanîya xwe de, bibîrxist qewla ku bi armanca destekbûna ji berxwedêrên qehreman û gelê Filistînê û ji wan re zeferê bide qezenckirin ve ji teref Serokê Ensarullah Abdulmelîk Bedreddîn el-Husî ve ji bona ku îsraîlê dijmin derîyên sînor vebike û astengîyên têketina alîkarîyên însanî ji bo Xezzeyê bêne rakirin hatibû dayîn dawî bûye.
Yahya Serî, daxuyand ku di vî warî de ji nû ve derbasbûnên hemû keştîyên rejima îşxalker li Behra Sor, Behra Ereban, Babûlmendeb û Kendava Adenê hatine qedexekirin.
Serî bal kişand ku ev qedexe ji daxuyandina vê qerarê şûnve ketîye merîyetê. Û Serî weha got:
“Hema ji yek keştîyên îsraîlê ku vê biryarê nas nekin û derbas bikin, ew ê li herêma ku herêma operasyonê hatîye îlankirin bêne hedefgirtin.
Ew ê ev qedexe, heta ku derîyên Sînor ên li Xezzeyê bên vekirin û ji têketina alîkarîyên însanî û xwarinê re îzîn bêne dayîn berdewam bike.”
Serî herî dawîn weha got, “Hêzên Çekdar yê Yemenê, gelê Filistînê ku li Xezze û Şerîaya Rojavayê berxwe didin silav dike û bi alîkarîya Xwedê dibêje ku em li cem berxwedana qehreman a Filistînê ne.”