Serokkomarê Libnanê Joseph Avn, di hevdîtina ku bi Serokê Komîteya Teftîşa Agirbestê Tumgeneral Jasper Jeffersê Emrîkayî re li dar xist de, daxwaz kir ku bila artêşa rejima sîyonîst li gorî peymana agirbesta ku bi Libnanê kirîye tevbigere û ji herêmên ku îşxal kirîye jî vekişe. Xeyn ji vana Serokkomar xwest ku bila êsîrên Libnanî jî bêne serbestberdan.

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Serokwezîrtîya Sîyonîst ve hat belavkirin de weha hat gotin, “îsraîlê di nav koordînasyona bi Emrîkayê re de ji bona ku ji serokkomarê Libnanê re jestekî bike, serbest berdana 5 girtîyan qebûl kir.”

Digel agirbesta ku di 27ê Mijdara 2024an de di navbera Libnan û rejima sîyonîst de hat îmzekirin, îşxalkeran tim û tim agirbestê îxlal dikin.

Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 515 kesan Li Xezzeyê hejmara şehîdan derket 48 hezar û 515 kesan

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tendustî ya Libnanê ve hat belavkirin, di êrîşa rejima îşxalker ku piştî agirbestê li dar xistine de herî kêm 85 kes şehîd bûn, 285 kes jî birîndar bûn.

Kaynak: İLKHA