Stenbol, ji bo meşa “Doh Ayasofya, Îro Emevî, Sibe Eqsa” di serê sibeha ewil a sala nû de ji hevdîtinekî bimane re malvanîyê kir.
Welatîyan, piştî nimêja serê sibehê ku di camîyên Ayasofyayî Kebîr, Sultanahmet, Fatîh, Suleymanîye û Emînonuyê de kirin li Pira Galatayê hatin cem hev.
Welatîyên ku di destê wan de alên Filistînê hebûn, bi tevî qaxiz û pankartên ku li ser “Quds Ya Me Ye”, “Xezzeya ku zarok mezin nabin” û “Quds Di Bin Îşxalê de Ye” dihatin nivîsandin meşîyan.
Mirovên ku beşdarî bernameyê bûn tim û tim siloganên “îsraîla Qatil Ew ê Hesabê Bide”, Şehîd Namirin”, “Ji Stenbolê Heta Eqsayê Ji Berxwedanê re Hezar Silav”
Di hevdîtina ku bi beşdarbûna nêzê 400 sazîyên sîvîl hat tertîpkirin de ji qirkirina rejima sîyonîst a li Xezzeyê re “Bisekine” tê gotin.
Ji ber mîtînga ku li ser pira Galatayê ji qetlîama li Filistînê re tê gotin “Bisekine” li bajêr hinek rê ji çûnûhatinê re hatin girtin.