Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li Kolana Turkmena Taxa Mehmet Akîfê ji çayxaneyekî re ji teref mirovên ku nasnameya wî nayê zanîn ve bombeyê desta hat avêtin.
Bombeya ku hat avêtin neteqîya lê mirovên ku di nav çayxaneyê de bûn ji ber tirsê xwe avêtin derve.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês hatin sewqkirin. Polês li derdorê ewlehîyekî mezin girt.
Bombe jî ji teref pisporên bombeyê ve hat îmhekirin.
Polês ji bo qefaltina êrîşdar an jî êrîşdaran xebat da destpêkirin.
Kaynak: İLKHA