KURDÎ

Tevgera Ensarullahê ji rejima îşxalker re 4 roj qewl da

Serokê Tevgera Ensarullahê Seyyîd Abdulmelîk el-Husî, daxuyand ku heger rejima îşxalker astengîyên alîkarîya însanî ya ji Xezzeyê re bidomîne wê dîsa dest bi operasyonên xwe yên behrê bikin.

Serokê Tevgera Ensarullahê Seyyîd Abdulmelîk el-Husî, di daxuyanîya xwe de ku belav kir de rejima îşxalker hişyar kir.

El-Husî, “Emê 4 roj qewl bidin û heger îsraîlê dijmin têketinên alîkarîyan a ji Xezzeyê re astengîyan bidomînin, wê li hember wan operasyonên me yên behrê ji nû ve dest pê bikin.”