Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, tankêra sotemenîyê ji Entabê diçû Osmanîyeyê, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û gêrê şerempolê bû.
Mirovên ku qezayê dîtin, şofêrê tankêrê ji nav tankêrê derxistin û pêre jî agir bi tankêrê ket.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.
Şofêrê birîndar bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.
Kaynak: İLKHA