Rejîma îşxalker piştî rûxandina rejîma Esed êrîşên xwe li ser axên Sûrîyeyê didomîne.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku di êrîşa hewayî ya rejîma sîyonîst li bakurê rojhilatê Şamê paytexta Sûrîyeyê de 11 kesan canê xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku di êrîşa hewayî ya li nêzî Adra ya bakurê rojhilatê Şamê de gelek kes birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di êrîşê de depoyeke çekan hatîye hedefgirtin.
Kaynak: İLKHA