KURDÎ

Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Cizîrê beşdarî meşa “Zimanê Dayîkê” bû

Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr, beşdarî meşa “Zimanê Dayîkê” ku ji teref partîya wî ve hat tertîpkirin bû û ji dê û bavan xwest ku bila ji zarokên xwe re zimanê Kurdî û zimanên dinê bidin hilbijartin.

Parlamenterê HUDA PARê Demîr, li Cizîrê beşdarî meşa “Zimanê Dayîkê” bû

Serokatîya Navçeya Cizîr a HUDA PARê, ji bona ku bal li ser perwerdehîya zimanê dayîkê ya bijarte di serî de Kurmancî û Zazakî bikşîne meşek tertîp kir.

Ji meşa ku hat tertîpkirin re bi tevî Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr, endam û dildarên navend û navçe jî beşdarî bûn û destekê dan.

Piştî nimêja Înê ya ku li Camîya Hizûrê hat kirin meş dest pê kir û di destê mirovên ku beşdarî meşê bûn de jî pankartên kurmancî hebûn.

Di dema meşê de ji welatîyan re broşûrên ku banga bijartina dersên Kurdî têne kirin hat belavkirin.

Meşa ku hat tertîpkirin heta pişta Medreseya Sor berdewam kir û li wê derê dawî bû, li vê derê îlahîyên Kurdî hatin xwendin.

Wekîlê Serokê Giştî û Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr li vê derê bi Kurmancî axavtinek kir û bal li ser xwedîderketina ji zimanê re kişand.

Demîr, “Ger ku em xwedî li zimanê xwe dernekevin, nexweyînin, hîn nebin ew ê nesla ku li pey me were, nevîyên me wê zimanê xwe, çanda xwe û dîroka xwe bîrva bike.”

Demîr bibîrxist ku dersên ziman ê bijarte dest pê kirine, “Di dibistanan de ji bo xwendekarên sinifa 5-6-7-8emîn îmkana dersên bijarte heye. Em dixwazin ku bila zarokên me ji bona ku zimanê xwe, çanda xwe û bawerîya xwe winda nekin dersên xwe hilbijêrin. Em divê ji zarokên xwe re bibin rêber û dersên wan ji wan re bidin bijartin. Dersên bijarte; Kurdî, jîyana Pêxemberê me, esasên dînê Îslamê û Qurana Pîroz in. Banga me ji dê û bav, rêberên herêmê û yên ku vêya ji xwe re kirine dert re ev e ku bila li ser vê meseleyê bisekinin û dengên xwe bilind bikin.”

Demîr îfade kir ku gelê Kurd bi Îslamê şeref û îzzetê bidestxistîye, “Ji bona ku fitrata xwe, bawerîya xwe, çanda xwe û dîroka xwe ya kevnar neyê jibîrkirin, em arasteyî zarokên xwe bikin ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin. Ger li cihekî 10 xwendekar van dersan hilnebijêrin, ders nayê vekirin. Ji bo vê jî divê em li ser vê bisekinin û em dixwazin ev ders bên vekirin.”