Qeza, di seat 07.30yan de di navbera Taxên Gunedogru-Sogutê pêk hat.

Li Bûrsayê balafira perwerdehîyê ket xwarê: Birîndarek Li Bûrsayê balafira perwerdehîyê ket xwarê: Birîndarek

Otobûsa serwîsan ku ji tekstîla ku li navçeya Doganşehîrê fealîyetê dike re karkeran dibir, ji ber mij û bûzê gêrê şerempolê bû û teqle avêt.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de, 17 kesên ku di nav otobûsê de bûn birîndar bûn.

Hat îfadekirin karkerekî ku ji Nexweşxaneya Dewlet a Doganşehîrê re hatibû rakirin digel temamî midexeleyan canê xwe ji dest da.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. 

Kaynak: İLKHA