Di raporta rêxistinê de hat gotin, "Hejmara giştî ya koçberan li gorî sala borî ji sedî 27 zêde bû û gihişte 11,6 milyon kesî, zêdetirî 3,3 milyon kes jî sînor derbas kirin û çûn welatên cîran."

Di raporê de her wiha hatîye gotin: “Ji 2,3 milyon malbatên awarebûyî ji sedî 84 pêwîstiya wan bi xwarinê heye û ji sedî 78ê wan malbatan jî pêdiviya wan bi tiştên nexwarinê û bi taybetî stargeh û sotemenîyê heye.”

Wesayît û serwîsa xwendekaran li hev qelibîn: 20 birîndar Wesayît û serwîsa xwendekaran li hev qelibîn: 20 birîndar

Li gorî raporê, “Ji sedî 30ê nifûsa Sûdanê ji kesên ku li welatên cîran bûne penaber û li hundir koçber bûne pêk tê.”