Bûyer, di seatên nîvroyê de li Balafirgeha Yenîşehîrê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, balafira ku ji bo perwerdehîyê rabûbû, daketina xwe temam kir dema ku pîstê terk dikir ji ber sedemeke ku hêj nediyare ji kontrolê derket û qeza kir.
Di encama qezayê de balafirvan birîndar bû. Ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristîyê hatin sewqkirin.
Balafirvanê birîndar, piştî midexeleya ewil bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat rakirin.
Derheqê rewşa birîndar de hêj daxuyanîyeke fermî nehat dayîn lê hat hînbûn ku rewşa birîndar baş e.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.
Kaynak: İLKHA