KURDÎ

Lûtkeya Ereban, wê li Bexdayê bicive

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Huseyîn, daxuyand ku ew ê Lûtkeya Yekîtîya Ereban wê di 17ê Gulanê de li Bexdayê bê tertîpkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Huseyîn, destnîşan kir ku di Lûtkeya Ereban ku li Bexdayê bê tertîpkirin de, meseleyên herî muhîm ên ku gelê Ereban eleqeder dike bêne nîqaşkirin, ji lûtkeyê re jî gelek mirovên paye bilind beşdarî bibin.

Îraq, herî dawîn ji Lûtkeya Ereban re di sala 2012an de mazûbanîyê kiribû.