KURDÎ

Li Xezzeyê piştî agirbestê cenazeyên winda têne dîtin

Cenazeya 39 Filistînîyên ku di êrîşên li dijî Xezzeyê de şehîd bûbûn li Refahê hatin dîtin.

Li Xezzeyê piştî agirbestê cenazeyên winda têne dîtin

Li gorî xebera Wafayê, çavkanîyekî li Nexweşxaneya Ewrûpayê ya li Xan Yûnisê, daxuyand ku ew piştî ketina rewacê ya agirbestê 39 xenazeyên li Refahê gihaştine wan.

Hat destnîşankirin ku piranîya cenazeyan hestî û îskelet bûne.

Agirbest doh di seat 12.15an de dest pê kir. Rejima îşxalker heta dawîyê jî qetlîam û qirkirinên xwe berdewam kir.