KURDÎ

Li Xezzeyê di depoyên xwarinê de şewatek mezin derket

Li kolana Nasir a li bakurê Xezzeyê di depoyên ku tê de maddeyên xwarinê hebûn şewateke mezin derket. Ji ber ku di êrîşan de piraniya wesayitên îtfaiyeyê hatin îmhakirin di mudaxeleya agir de zehmetî çêbû.

Midûriyeta Parastina Sivîl a Xezzeyê ragihand ku li caddeya Nasir a bakurê bajêr di embarên xwarinê da şewateke mezin derket. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hewl hat dayîn ku şewat bê kontrolkirin, lê ji ber ku di êrîşên îşxalê de beşeke mezin ji wesayîtên îtfaiyeyê yên parastina sivîl hatin tunekriin, di mudaxaleyê de zehmetiyên giran derketin.

Rayedaran diyar kirin ku tenê bi du wesayîtên îtfaiyeyê hewl dane agir vemirînin û ev yek jî vemirandina agir zehmet kiriye. Heta niha sedema şewatê nayê zanîn, hat ragihandin ku şewat gav bi gav mezin dibe.

Hate diyarkirin ku îşxalkeran di êrîşên xwe yên 16 mehan de bi awayekî sîstematîk binesaziya parastina sivîl a li Xezzeyê kirine hedef. Di vê pêvajoyê de gelek wesayit û alavên rizgarkirinê hatin îmhakirin, hat ragihandin ku bi dehan personelên parastina sivîl şehîd an jî birîndar bûne.

Di êrîşan de her wiha ziyaneke mezin gihandiye binesaziya elektrîk, av û veguhestina Xezzeyê. Heta niha 3 hezar û 130 kîlometre xetên elektrîkê, 125 trafo, 330 kîlometre şebekeyên avê, 6,5 kîlometre xetên kanalîzasyonê û 2 hezar û 835 kîlometre rê û kolan bêkar mane.