Li gorî xebera Ajansa Xebera Filistînê Wafayê çavkanîyên herêmî, diyar kirin ku pitikekî bi navê Alî el-Batranê ji ber sermayê canê xwe ji dest daye.

Çavkanîyan, îfade kirin ku Cumayê ku ew jî civîka Alî El Batran e doh ji ber sermayê canê xwe ji dest dan.

Bi tevî van civîkan di nav vê hefteyê de 6 zarok Ii Xezzeyê canê xwe ji dest dan.

Çend roj berê jî çar zarokên ku nû hatibûn dinyayê û di navbera 4 û 21 rojî de bûn, ji ber sermayê canê xwe ji dest dabûn.

Li gorî çavkanîyan, ji ber kêmxwarina dayîkan, di zarokan de nexweşên nû derdikevin ortê, ji ber şert û mercên zor û zehmet jî rewşa wan a tenduristîyê ber bixerabîyê ve diçe.

Li Mûxlayê di mezinahîya 3,4an de erdhejek pêk hat Li Mûxlayê di mezinahîya 3,4an de erdhejek pêk hat

Midûrê alîkarîya tibbî ya li bakur û Xezzeyê Muhammed Ebû Afaş jî ji ber tinebûnîya xwarin, vexwarin û mamayên bebikan zarokan her roj şehîd dikevin. Li herêmê kon, betanî û xwarin tineye.

Kaynak: İLKHA