KURDÎ

Li Tunusê di mezinahîya 4,9an de erdhejek pêk hat

Li wîlayeta Sîdî Buzeyda orta Tunusê di mezinahîya 4,9an de erdhejek pêk hat.

Enstîtûya Meteorolojîya Netewî ya Tunusê, diyar kir ku navenda erdhejê navçeya Meknasîyê ye û mezinahîya erdhejê jî 4,9 e.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê kûrahîya erdhejê û zerara ku erdhej dibe ku dabe de tu agahîyek nehat dayîn.