Li Rihayê xwendekara ku di tuwaleta dibistanê de xemîya canê xwe ji dest da Li Rihayê xwendekara ku di tuwaleta dibistanê de xemîya canê xwe ji dest da

Heyva Sor a Filistînê ragihand ku cenazeyê ciwanê ku li Taxa Îrtahê ya li başûrê Tulkarmê birîndar bûbû û ji teref hêzên îşxalker ve hatibû desteserkirin radestî wan hat kirin û rakirin nexweşxaneyê.

Çavkanîyên herêmî diyar kirin ku hêzên taybet ên artêşa îşxalker avêtine ser taxê û avahîyek li ketina taxê dorpêç kirine û piştre jî bi wesayîtên leşkerî hêz sewqî herêmê kirine.

Çavkanîyên mehellî eşkere kirin ku ev avahîye ku zêdetir ji xanîyek tê de bû, ji teref hêzên îşxalker ve bi êrîşekî tund hatiye dorpêçkirin û di encamê de ciwanek bi guleyan hatiye birîndarkirin û pişt re ji aliyê hêzên îşxalker ve hatiye desteserkirin û şehîd bûye.

Her wiha hate gotin ku leşkerên îşxalker bi hoparlorê ji şêniyên malekê xwestine derkevin derve û ji ciwanekî jî xwestine ku teslîm bibe.

Hat ragihandin ku ji şêniyên Kampa Nûr Şems a taxê Mehmûd Emîn Ebû Hemade jî ji aliyê hêzên îşxalker ve hatiye desteserkirin.

Hate diyarkirin ku dema ku îşxalkeran êrîşên xwe yên li ser bajarokê Tulkarm û kampa penaberan didomînin, li gelek deverên bajar û kampê dewriyeyên peya bi cih kirine, hin mal kirine nuqteyên leşkerî û çeperên sekvanan û li derdorê gule berdane.