Di çarçoveya Walîtîya Stenbolê de ew ê ji bo 4 rojan tu xwepêşandanek neyê kirin.

Hat diyarkirin ku heta daxuyanîyeke duyemîn Xeta Metro Kîrazli/M1 Yenî Kapi-Ataturk, îstasyona Emnîyet-Fatîh, Xeta Metro ya M2 Yenîkapi-Haciosman, îstasyona Taksîmê û Xetê F1 Taksim-Kabataş Fûnîkûlerê hatin girtin.

Rê û metroyên ku li ser Ceddeya Vatanê ne û derdikevin ber Midûrtîya Ewlehî ya Stenbolê ji ber “sedema ewlehîyê” hatin girtin.

Rêyên ku vê sibehê ji seat 06.00an ve hatine girtin ewakî ne:

Bûlwara Adnan Menderes (Vatan Caddesi) û rêyên ku derdikevên vê ceddeyê (Çarrêya Aksaray û navbera Çarrêya D100ê ),

Rêyên Bûlwara Adnan Menderesê (Akdeniz Caddesi – çarrêyên Ceddeya Oguzhan û Ceddeya Kale Boyu– çarrêyên Ceddeya Sulukule kavşakları herdu alî jî),

Ceddeya Akşemsettinê û hemû rêyên ku derdikevên vê ceddeyê,

Ceddeya Kocasinanê û hemû rêyên ku derdikevên vê ceddeyê,

Ji Tirkîyeyê lijneyek payebilind Şamê zîyaret kir Ji Tirkîyeyê lijneyek payebilind Şamê zîyaret kir

Ceddeya Mütercim Asımê û hemû rêyên ku derdikevên vê ceddeyê,

Ceddeya Oğuzhanê û hemû rêyên ku derdikevên vê ceddeyê,

Ceddeya Akdenizê û hemû rêyên ku derdikevên vê ceddeyê,

Kolana Şair Cem, Kolana Safran, Kolana Sarı Nasuh, Kolana Hüsrev Paşa, Kolana Hoca Efendi, Kolana Korkut Ata, Kolana Neyzen İhsan, Kolana Albay Cemil Sakarya, Kolana Tuti Abdülatif, Kolana Zembilci, Kolana Yamak, Kolana Aktar, Kolana Yeni Bahçe, Kolana Keçeci Çeşmesi, Kolana Arpa Emini Köprüsü, Kolana Öztan, Kolana Keçeci Meydanı, Kolana Keçeciler Fırını, Kolana Kasideci, Kolana Mevlütçü.

Kaynak: İLKHA