KURDÎ

Li Rûsyayê balafireke leşkerî ket xwarê: 1 mirî

Li herêma Irkutskê balafireke herbê ket xwarê, di encamê de kesekî mir.

Li Rûsyayê balafireke leşkerî ket xwarê: 1 mirî

Wezareta Parastin a Rûsyayê, diyar kir ku balafira bomberdman a ji tîpa Rus Tu-22M3 li herêma Irkutskê di firînekî plankirî de ket xwarê û balafirvan canê xwe ji dest da.

Wezaret, îfade kir ku 4 mirettebatên balafirê berîya qezayê qoltixên xwe firandine û xwe xelas kirine, encax balafirvanekî di dema ketinê de canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku balafir ketîye nav cîhekî ku însan li wê derê tinene.